BIO – KURDI

SALAH AMMO | Official Website

BIO – KURDI

Salah Ammo di sala 1978an de, li bajarê Dirbêsiyê li Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Ji ber ku Salah di nav hevwelatiyên herêmê yên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û Aşûriyan de mezin bûye, bandora muzîk û çanda van miletan li ser wî hebû. Di sala 2004an de enstîtûya muzîkê ya bilind “Conservatwar” li Şama paytexta Sûriyê qedandiye. Di gelek warên muzîkê de xebitiye û kar kiriye, wek sazvan kar kiriye û herwiha mamostetiya zanîngehê, afirandina muzîkê (kompozer) û dengbêjî jî kiriye.

Di sala 2007an de komek bi navê Perên muzîkê û dengbêjiyê “Joussour” damezrandiye. Mijûlbûna vê komê bi muzîka gelên Şamê û gelên ku di navbera herdu çeman de (Diclê û Firat), anku li “Mezopotamya” de dijîn wek: Kurd, Erab, Suryan û Ermenan. Koma Joussour pir nav û dang da weke komeke stranan bi gelek zimanan dibêje û muzîka wê balkêş û xweş e. Di sala 2009an de koma “Joussour” xelata çêtirîn komên ku beşdarî bajarê Vandazor li Ermenistanê bibûn, wergirt.

Salah ji sala 2013 ve li bajarê Viyena li Nemsa (Austria) dijî û xwe ji kar û xebata hunerî re vala kiriye. Di sala 2014an de Salah gihişt lîsta kurt yan Xelata Austryayê ya ji Muzîka Cîhanê re „Austrian World Music Award”. Û li gor rapora salane ya sala 2016an a Saziya Muzîka Nemsawî, Salah Ammo wek yek ji navên herî diyar û naskirî li ser asta muzîka cîhanê li Nemsayê tê hejmartin.

Salah Ammo li gelek cih û şanoyên girîng, aheng û festîvalan de li Rojhilata Navîn û Ewropa beşdar bûye, wek: Festîvala Wêneyên ji Rojhilata Navîn “Images of the Middle East” li Danmarkê, Festîvala “Almedîne” Li Tûnisê, Şanoya Navenda Misrê ya Çand û Hunerê li Qahîreyê, Mala Opêrayê li Şamê/Sûriyê, Muzexaneya Niştimanî li Şamê, Mala Hunerê “Art House” li Şamê, Şanoya Seyid Derwîş-Mala Opêra Iskanderiyê li Misrê, Şanoya Qeter a Niştimanî- Dewha, Hola Arno Babacanyan li Yêrîvanê- Ermenistan û Mala Opêra Qahîre li Misrê di nav çalakiyên festîvala û kongira Muzîka Erebî ya 19an de, li Nemsayê li Viyena şanoyên girîng wek Konsert Haus „Wiener Konzerthaus“, Muzexaneya Gelan, Porgy & Bess” û “Musikferein” û li Brîtanya-UK  li „Wales Millennium Centre.

Ji bilî çêkirina stranan çi bi zimanê Kurdî û çi bi zimanê Erebî wî muzîk ji fîlman û şanogeriyê re jî pêk anîne, wek: Muzîka fîlmê “Taksiya Şamê” ji derhênana Alfoz Tencûr, ji berhemên “Al Jazeera Documentary” û muzîka şanogeriya “Bisat Ehmedî” ya ku li Sûriyê û li festîvala Qirtaj li Tûnisê hat pêşkêşkirin ji derhênana Hekîm Merzûqî.

Di Sala 2010an de, Salah Ammo xelateke hunerî li Misrê stand ji bo tomarkirina albûmeke muzîkê û dengbêjiyê ji koma “Joussour” re. Ew albûm di sala 2011an de bi navê “Cih û Alî” derket. Salah wek sazvan tê de, dengbêj û danerê muzîkê beşdar bûye, li gel çavdêriya hunerî ya giştî.

Di sala 2011 an de Salah Ammo albûma xwe ya bi navê “Bayê Sibê” derxist. Albûm ji deh stranên Kurdî pêk hatiye.

Di sala 2014 an de, albûma xwe ya bi navê “Assi” derxist. Albûm ji neh stranên Kurdî û Erabî pêk hatiye. Herwiha Salah ji bo wergirtina Xelata Rexnegiran „Preis der deutschen Schallplattenkritik“ li Almanyayê hatiye berbijêrkirin.